Li Rêya Armûşê qeyûm ket şûna qeyûm
Li cihê qeyûm Onder Can, ku 11'ê Îlonê li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hatibû erkdarkirin qeyûmekî nû hat bicihkirin.
Li cihê qeyûm Onder Can, ku 11'ê Îlonê li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hatibû erkdarkirin qeyûmekî nû hat bicihkirin.
Qeyûm Onder Can, hemû xizmetên Şaredariya Rêya Armûşê sekinand û nehişt kreş jî bê çêkirin. Qeyûmtiya Onder Can hat qedandin û li şûna wî Qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Camîl Ozturk hat bicihkirin.
Onder Can li Alîkariya Walîtiyê vegeriya.
Camîl Ozturk, ku di sala 2013'an de bû qeymeqam, di medya civakî de bi kirina propaganda AKP'ê tê naskirin.