Li qursên Quranê mirina biguman a zarokên Kurd...

Polîtîakaya asîmîlasyonê ku demekê li 'YÎBO'yan (Dibistanê Seretayî yên Lêmanê) dikirin niha li Qursên Quranê yên Lêmanê dikin. Van demên dawî mirina biguman a li qursên Quranê ku zarokên ku wan dixapînin û ji Kurdistanê dibin balê dikişîne.

Li qursa Quranê ya li navçeya Pazarê ya Rizeyê ku di nav çar sal de xeniqîna du zarokên Kurd ên xizmên hev, bala mirovan da ser van qursên Quranê.  Li gorî agahiyên ku hatine stanidn, Bêrîtan Acar ku ji ber şertên qursa Quranê gurî bûbû û nexwestin wê bişînin malê, bi gotina 'ava deryayê ji guriyê re baş e'', li gel ku bi avê nizanîbû jî ketiye deryayê û talokeya xeniqînê çêbûye.

Piştî nûçeyên xwekuştina biguman û îstîsmara zayendî ya li qursên Quranê yên li Mûşê û tam dema ku li ber xeniqandinê bû xilasbûna Bêrîtan Acar dîsa bala mirovan kişande ser qursên Quranê. Asim Bilmez ku xizmê Acar bû, 2017'an dema li qursên Quranê dixwend di deryayê de xeniqiye, ev jî îdîayên ku ne xeniqiye lê xwekuştin e zêdtir dike.

Bêrîtan Acar a 16 salî ku li ber mirinê ji xeniqandinê filitî û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzeyê diyar bû ku di serwîsa giran de ye û jiyana nebatî dijî. Li gorî hin şahidên ku nexwestin navê xwe bidin Bêrîtan Acar û gelek hevalên wê ji ber şertên hijyenê û xwarinê li Qursa Quranê ya Lêmanê ya Pazarê nexweş ketine. Li ser vê melayên xoceyên Bêrîtan Acar biryar li ser dane ku Acar bişînin cem malbata wê ya li gundê wê li navçeya Sarayê ya Wanê Kurucanê. Lê Acar a ku nexwestî vegere ji eczanê dermanê guriyê distîne, ji hevalên xwe re dibêje, 'ava deryayê ji guriyê re baş e, ez ê biçim bikevim zeryayê'' û li iskeleya Pazarê piştî ku kincên xwe ji xwe dike dikeve deryayê.

Lotkevanê derdorê pê derdixin ku Acar dixeniqe, bang li Tîma Lêgerîna û Xiilaskirinê (AKUT) dikin. Bêrîtan Acar tam dema li ber mirinê radikin nexweşxanê. 

Li gorî agahiyan li eynî qursa navborî gelek nexweşiyên din peyda bûne. Şagirtên an qursan ji ber ku belaş li vir dixwînin û ji ber zexta xoceyên wan newêrin rastiyê ji malbatên xwe re bibêjin.  Hin malbat ji ber şertên paqijiyê û xwarinê yên van quran giliyê qursê dikin lê ti encamê nastînin.

Li Rîzeyê ku memleketê Recep Tayyîp Erdogan e hema hema li her gundî qursên Quranê hene. Zarokên Kurdan ku wan dixapînin bi taybetî dibin qursên Quranê yên Kederlî û Pazarê û bi navê dîn zarokên Kurd asimîle dikin. Van salên dawî hin tarîkat diçin gundên Kurdan bi hinceta xwendinê malbatan dixapînin û zarokên Kurdan dibin bajarên weke Rizeyê. Mînak şexsê bi navê M. A ê ji Sarayê ku beriya bi 20 salan tevlî nav van tarîkan bûye, niha li Rizeyê bi asta mifetişiyê dixebite. Salê carek du caran tê Sarayê, Qelqeliyê û zarokên ku wan tespît dike dibe qursên Quranê yên Rizeyê. Her wiha M.A ê bi çengekî hejarbûna malbatên Kurd jî bi kar tîne û zarokên Kurdan direvîne Rizeyê.

Armanca van qursan jî ew e ku zarokên Kurdan asîmîle bikin, ev komên ku bêyî qirûşekî ji malbatan bistînin bi gotina, 'em ê zarokên we bidin xwendin', hema hema li hemû bajarên Kurdan li van qursan tînin cem hev. Polîtîkayên asîmîlasyonê ku demekê li 'YİBO'yan dikirin niha li van qursên Quranê dikin. Zarokên Kurd ku li nav kesên urbendek, rihdirêj, bicubbe dimînin, weke Bêrîtan Acar bi hêviya mirinê ve têne hiştin.

Malbata zaroyekî ku nexwest navê xwe bibêje, dibêje, ''Mirovên weke me feqîr bi kar tînin û zarokên me dibin van qursan. Ji van zarokan 5-6 jê gurî bûne. Dixwazin zarokan bişînin malê. Zaroa xeniqî nexwestiye ku were malê, ji dermanxanê derman standiye, bi gotina, 'ava deryayê şor e, nexweşî pê rehet dibe'', bi serê xwe çûye xwe avêtiye deryayê. Lotkevanek ku dîti di cih de mudahele dike lê nikare xilas bike. Tîma 'AKUT'ê ji ber sedema lehiyê li wir hazir e û diçe wê ji deryayê derdixin. Ti kontrol li ser van qursan nîne.''