Li Qilaban û Bazîdê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG û YJA Starê li bejahiya Qilaban û Bazîdê li leşkerên dewleta Tirk xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên hêzên gerîla yên li Qilaban û Bazîdê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatind ayin:

"24'ê Mijdarê saet di 09:20'î de hêzên me li herêma navbera girên Çeta û Vacîp ên li navçeya Qilaban a Şirnexê, li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa transît ku li dewriyê digeriya xistin. Derbên giran li wesayita dijmin ketin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

25'ê Mijdarê saet di 12:00 de, helîkoptereke bi tîpa Skorsky ya ji derdora Girê Çeta yê li navçeya Qilabanê bi hewa ket, bû hedefa hêzên me. Helîkoptera ku derb xwar, ji herêmê çû.

26'ê Mijdarê saet di 14:00 de, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li ser Girê Serêkaniyê yê li navçeya Bazîd a Agiriyê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Ji 3 baskan ve li çeperên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên di encama vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin."