Li Qereyaziyê 4 kes hatin destgîrkirin

Li Taxa Geventepe (Reşayê Sebrî)  ya Qereyaziyê ku dibin dorpêça dagirkeran de ye 4 kes hatin destgîrkirin.

Taxa Reşayê Sebrî ya navçeya Qereyazî ya Erziromê, 20 roj in di bin dorpeça leşkeran de ye. Di serdegirtinên saetên serê sibê de, ji heman malbatê 4 kes hatin destgîrkirin. Haydar Oran, kurê wî Cîhan Oran û biraziyê wî Kadir Oran ên li zeviyên xwe gihan kom dikirin, berî 10 rojan hatibûn destgîrkirin, di heman rojê de hatibûn berdan.

 Îro di serdegirtinên malan de Hadar Oran, Emîne Oran, Cemîl Oran û Aynur Oran hatin destgîrkirin. Diyar bû 4 kesên ji heman malbatê hatin destgîkririn li Midûryeta Cendirmeyan a Goksu ya Qereyaziyê tên girtin. 

Li gund çûyîya gel ya ji bo navendê û komkrina şinatiyên wan tên astengkirin. Welatiyên taxê gotin bi rojan e bi wesayîtên zirxî derdora gund dorpêç kirine û herêma jora gund bi rojane ji aliyê helîkopteran ve tê bombebaran kirin.

2017’Ê ÇI ÇÊBIBÛ?

Li Taxa Geventepe (Reşayê Sebrî), leşkeran  2’yê Adara 2017’an jî, bi wesayîtên  zirxî bi ser gelek malan de girtibûn û di dema serdegirtinê de gule li maleke vale reşandibûn û ji malê 4 cenazeyên hat îdîakirin ku yên gerîlayên HPG’ê derxistibûn. Leşkeran derbarê bûyerê de 7 kesên li taxê destgîrkiribûn û piştî 3 rojan serbest berda bûn.