Li qereqolên li ser sînor tevgera leşkerî ya zêde

Êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk a li deverên Derarê, Koordîne û Stûna yên herêma Zendûra ya Metîna dewam dike, li aliyên din li qereqolên li ser sînor jî tevgera leşkerî zêde bûn.

Êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk a li deverên Derarê, Koordîne û Stûna yên herêma Zendûra ya Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, ji qereqolên Elemon û Kopkî yên ser sînor jî tevgereke zêde ya leşkerî heye. Li aliyê din li Bamernê jî tevgerek zêde ya helîkopteran heye.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dike, li qereqolên li ser sînor jî tevgerekî zêde pêk hatin.

Çavkaniyan agahî da û ragihandin ku dibe sibe êrîşên dagirkeriyê berfirehtir bibin.