Li Qeladizê li dijî dagirkeriyê îmze hatin berhevkirin

Li bajarokê Qeladizê ya girêdayî îdareya Raperînê, ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk îmze hatin berhevkirin.

Li bazara bajaroka Qeladizê ya bi ser îdareya Raperîn vê êvarê ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kampanya berhevkirina îmzeyan hate destpêkirin. Kampanya berhev kirina îmzeyan bi awayek germ ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazî kirin.

Bi riya kampanyayê wê ji civaka navneteweyî were xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê werin rawestin.

Piştî ku îmze hatin berhevkirin wê pêşkêşî rêxistinên navteweteyî werin kirin.