Li Qeladizê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin

Li navçeya Silêmanî Qeladizê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk dagirker hate protesto kirin.

 Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li Qeladizê hate protesto kirin.

Girseya gel li navenda bajêr li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a roja 21’ê aDarê de roketek li gundê Jarawe yê Qeladizê ketiye.

Daxuyanî wiha didome; “Dewleta Tirk û Erdogan ê ku êrîşî Efrînê kir û dagir kir bi salan e li herêmê êrîşî mez dike. Welatiyên sivîl ên li vê heremê neçar dimînin xaka xwe terk bikin. Bêdengiya Rêveberiya Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê şermezar dikin.

Hûnê heta kengê bêdeng bimînin? Hûnê heta kengê nîşanî me û cîhanê bikin ku ev xak welatekî bêxwediye?. Em bang li hemû welatiyên bi şeref en li herêmê û gelê Kurdistanê dikin. Li dijî van êrîşên dij mirovahiyê bêdeng nemînin. Bombeyan li nêzî bajêrên me dibarînin. Eger wiha biomde wê sibê bombeyan bavêjin Hewlêr û Silêmaniyê jî.”