Li Pertaxê 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pertax a Dersimê, polîsên rejîma AKP'ê avêtin ser gelek malan û herî kêm 4 kes destgîr kirin.
Li navçeya Pertax a Dersimê, polîsên rejîma AKP'ê avêtin ser gelek malan û herî kêm 4 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyan, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li Pertaxê.
Cafer û Sûat Karakûş ên endamên HDP'ê û Yilmaz Erol û kesê bi navê Veysel ê paşnavê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin. Her çar kesên ku bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" tên sûcdarkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li Dersimê.