Li Patnosê Tîpa L'yê şertên dij mirovî!

Derkete holê li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Patnos Agiriyê şertên dijmirovî li ser girtiyan ferz dikin. Birayê girtiyê bi navê Şebap Sosa, Yusuf Sosa got, li girtîgehê pêdiviyên sereke jî nayên bicihanîn, her bûyerên tacîzê hene.

Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Patnos Agiriyê şertên dijmirovî li girtiyên siyasî ferz dikin. Birayê girtiyê bi navê Şebap Sosa, Yusuf Sosa got, li girtîgehê hewcehiyên sereke yên mîna ava germ, revîrê jî nayên bicihanîn, her wiha bûyerên tacîzê jî rû didin.

'EV 40 ROJ IN AVÊ NADIN'

Li girtîgehên Tirkiyeyê ku her roj mafekî dî yê mirovan tê binpêkirin, polîtîkayên dijmirovî yên li ser girtiyên siyasî zêdetir dibin. Yek ji van girtîgehan jî Gîrtîgeha Tîpa L'yê ya Patnosê ye. Diyar bû ku li girtîgeha navborî ava germ jî nadin girtiyan, girtî nikarin serê xwe bişon û wan nabin revîrê jî.

Yusuf Sosa bi telefonê bi birayê xwe yê girtî Şebap Sosa re axivî. Sosa diyar kir, birayê wî jê re gotiye ev 40 roj in ava germ nadin wan, bêhna kêzînê ji avê tê, bêhneke xirab ji xwarina wan tê, girtî dema ku diçin revîrê bi gotinan girtiyên nexweş têne tacîzkirin. Sosa diyar kir, li gel van şertên nebaş her wiha zext û zordarî jî li ser girtiyan tê kirin, dema ku malbatên girtiyan tên girtiyan dibînin bi kitekitî malbatan seht dikin, nameyên girtiyan jî nadin wan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ TACÎZ DIKIN

Sosa diyar kir ji bo protestokirina van şertên dijmirovî girtiyan çalakiya ku hevdîtinê nedin kirin lê vê jî ti encam bi xwe re neaniye û domand, ''Dema ku bi birayê xwe re bi telefonê axivîm, hîn bûm ku şert baş nebûne. Ji ber ku ava germ nabin wan hê jî nikarin serê xwe bişon, xwarin ku didin girtiyan nayê xwarin û birçî dimînin. Diyar kir, dema ku girtiyên nexweş diçine revîrê bi gotinê wan tacîz dikin, girtî li dijî van gavên kêfî gilih kirine lê rêveberiya girtîgehê guh nedaya gilih.''

BANGA BIHÎSTYARBÛNÊ

Sosa xwest ku ev şertên bi mebsta pirnisandina girtiyan zû bidawî bibin, bang li her kesî kir ku bihistyar bin û got, ''Di nav cezayê de cezayê didin girtiyên siyasî. Hewceyiyên wan ên herî mirovî jî li dij wan bi kar tînin. Ji ber ku ev 40 roj in ava germ nadin wan û ji ber ku ava wan bêhna kêzînê jê tê nikarin serê xwe bişon, nikarin xwarinê bixwin, wan nabin revîrê, dema ku wan dibin jî wan tacîz dikin. Mirov nikare vê qebûl bike. Ji bo ku dawî li vê rewşa dijmirovî were ez bang li her kesî dikim ku bihistyar bin.''