Li Patnosê êşkence li girtiyan tê kirin

Li girtiyên siyasî yên ji Samsûnê sirgûnî Patnosê hatin kirin, heta ku parsûyê wan bişikên êşkenceyeke giran hate kirin.

18 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Patnosê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna bi rengekî tazî qebûl nekirin, êşkenceyeke giran li wan hate kirin.

Ji her girtiyekî sirgûnî girtîgeha Patnosê hatin kirin, 800 lîre pereyê sirgûnkirinê hate girtin. Rêveberiya girtîgehê xwest li pêşiya girtîgehê bi rengekî tazîkirî girtiyan sax bike. Girtiyên ku li ber vê lêgerîna bi tazî rabûn, demeke dirêj li pêşiya girtîgehê li derve hatin hiştin. Rêveberiya girtîgehê ku nekarî girtiyan tazî bike û bi vî rengî lêgerînê bike, piştre bi rêya gardiyan li pêşiya girtîgehê bi saetan êşkence li girtiyan kir.

Ji ber vê êşkenceya giran a gardiyanan, parsûyên Mehmet Kirdag û 4 girtiyên din şikestin û bedena girtiyên din jî werimî.

JI MALBATAN RE QALA ÊŞKENCEYÊ KIRIN

Girtiyan bi rêya malbatên xwe qala êşkenceyê kirin û gotin ku girtiyên ji ber êşkenceyê bi giranî birîndar bûn, ranekirine nexweşxaneyê. Malbatên girtiyan diyar kirin ku midûrê girtîgehê xwestiye ku malbat û çapemeniyê bi êşkenceya li girtiyan hatiye kirin nehesin.