Li Patnosê 9 kes hatin girtin

Li Patnosê 6’ê Îlonê polîsan bi ser malan de girtibûn û 10 kes destgîrkiribûn. Ji 10 kesên hatibûn destgîrkirin 9 kes hatin girtin.

Sibeha 6’ê Îlonê li navçeya Patnos a Agiriyê polîsan bi ser malan de girtibûn, Serokê bere yê Navçeya Patnos yê HDP’ê Seyît Battalcan jî di nav de, Mûgdat Koçak, Ozan Kaya, Emrah Kaya, Nihat Keleş, Ozcan Koçak, Sabattîn Ogûz, Îzzet Dûrsûn û 2 kesên navên wan nehate zanîn hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya li emniyete 10 kesên hatibûn destgîrkirin sewqî edliyeyê hate kirin.

Dozgeriyê derbarê 10 kesan de,  di çarçoweya lêpirsîna dosyeya 2014’an bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” daxwaza girtinê kir û sewqî Dadgeriay Cezayê Sûlhê kir. Piştî îfadeya li dodgeriyê ji 10 kesan Seyît Battalxan, Mûgdat Koçak, Ozan Kaya, Emrah Kaya, Nîhat Keleş, Ozcan Koçak, Îzzet Dûrsûn û 2 kesên navê wan nehate zanîn hatin girtin.

Kesên  hatine girtin şandin Girtîgeha Patnosê.