Li Pasûrê derketina derve hate qedexekirin
Li 4 gund û gundikên navçeya Pasûr a Amedê, derketina derve hate qedexekirin. Qedexeya derketina derve ya li 12 gund û gundikan jî dewam dike.
Li 4 gund û gundikên navçeya Pasûr a Amedê, derketina derve hate qedexekirin. Qedexeya derketina derve ya li 12 gund û gundikan jî dewam dike.
Li 4 gund û gundikên navçeya Pasûr a Amedê, bi hinceta operasyonê ji îro saet 05:00 û pê ve derketina derve hate qedexekirin.
Gund û gundikên derketina derve li wan hatiye qedexekirin ev in: Gundê Alaca û gundikên Meydan, Billurderesî û Şenyayla.
Walîtiya Tirk a li Amedê duh danê sibehê jî ragihandibû ku li 12 gund û gundikan derketina derve hatiye qedexekirin.