Li Nobeta Wijdan û Edaletê Nimêja Înê
Nobeta Wijdan û Edaletê bi Nimêja Înê dewam kir.
Nobeta Wijdan û Edaletê bi Nimêja Înê dewam kir.
Endamên Komeyala Zanayên Dîn û Alîkariyê ya Wanê (VADAY DER) seriyek dane Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê.
Zanayên Dîn bi wekîlên HDP'ê re yên ku nobet digirtin axivîn û piştre wekîlan dest bi Nimêja Înê kirin.
Li Parka Mûsa Anter û Aştiyê ya ku nobet lê tê girtin nimêj kirin. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr û wekîlên HDP’ê jî nimêj kirin.
Zanayên Dîn piştî nimêjê axivîn û gotin, dînê Îslamê tevgera wijdanê ye û gotin, "Dînê Îslamê dînê wijdan û dadmendiyê ye. Referansa dînê me ev e."