Li Nobeda Edaletê ya li Amedê bang hate kirin

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amedê di roja 74'an de ye.

Malbatên girtiyan 74 roj in li Baroya Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye, çalakiya nobedê dikin.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler got, "Em dixwazin ku zarokên me timî di rojevê de bin. Bi xemgînî vê dibêjim, lê belê ewladên me li ber mirinê ne. Em xwedî li zindanan derkevin. Em êdî nikarin xwe lê rabigirin."

Guler li ser rewşa li girtîgehan ku bêhtir nebaş dibe got, "Bibin dengê me. Ji bo ewladên me yên li girtî ne, dengê xwe bilind bikin."

Bavê girtiyê nexweş Civan Boltan Hakki Boltan jî careke din destnîşan kir, ku daxwazên wan însanî ne.

Boltan got, "Em dixwazin girtiyên nexweş hemû bêne berdan. Gelek girtiyên bi nexweşiyên giran hene, nikarin bi tena serê xwe bijîn. Divê tavilê bêne berdan."