Li Nisêbînê qirkirina siyasî: Gelek zarok hatin destgîrkirin

Li Nisêbînê di operasyonên qirkirina siyasî de zarok jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li navçeya Nisêbînê polîsan avêtin ser gelek malên li taxa Firatê.

Di serdegirtinan de ku bi tîmên taybet hate kirin, herî kêm 4 zarokên ji 13 heta 17 salî jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku di dema serdegirtinê de polîsan li nava malan geriyane û telefon desteser kirine.

Di serdegirtina 12 malan de ya li navçeyê heta niha zarokên bi navê M.A. (16), F.A. (17), A.A. (15), H.E. (13) û ciwanê bi navê Hakan E. (19) hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan F.A. yê 17 salî ku hate destgîrkirin, beriya 10 rojan qezaya trafîkê derbas kiribû û piştî emeliyatê tedawiya wî li malê dewam dikir.

Hate ragihandin ku kesên hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Emniyetê ya Mêrdînê.