Li Nisêbînê operasyona qirkirina siyasî
Hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Nisêbînê Şiyar Koç di encama operasyoneke qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Nisêbînê Şiyar Koç di encama operasyoneke qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Nisêbînê Şiyar Koç, ku li gundê Menderê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dimîne, bi dilxwazî çû herêma erdhejê, lê piştî ku vegeriya serê sibehê di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.
Koç di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr a li Mêrdînê.