Li Nisêbînê kesek hate destgîrkirin
Li Nisêbînê kesekî bi navê S.Î. yê ku ajovanê otobusê bû, ji ber lêpirsînekê hate destgîrkirin.
Li Nisêbînê kesekî bi navê S.Î. yê ku ajovanê otobusê bû, ji ber lêpirsînekê hate destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Entalyayê li Mêrdîn, Mêrsîn û Entalyeyê gelek kes hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de li ser S.Î. jî biryara destgîrkirinê hebû û di serdegirtina malê ya 23’ê Cotmehê de S.Î. ji ber ku ne li mal bû, nehatibû destgîrkirin. S.î. îro hate destgîrkirin û ew birin Entalyayê.