Li Nisêbînê bombe bi wesayita leşkerî ya zirxî ve teqiya

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, dema ku wesayiteke leşkerî derbas dibû bombe pê ve teqiya.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li taxa Ginavaz a navçeya Nisêbînê serê sibehê dema wesayiteke leşkerî derbas dibû bombe pê ve teqiya.

Nehat zanîn bê di teqînê de çend leşker mirine û birîndar bûne. Gelek leşker û polîs çûn cihê teqînê. Piştî teqînê li herêmê operasyonê dest pê kir.

Heman rojê li herêma navbera gundê Kûmlûpinar û Kocabey ên navçeya Hezo ya Êlihê ji ber operasyona leşkerên Tirk şer derketibû. Di şer de herî kêm 2 leşker hatibûn kuştin.