Li nava refên gerîla atletek

Atlet Rojîn Zemyan a tevlî refên gerîla bû diyar kir ku li dijî zextên sîstem bi rêya sporê li ciwanan dike, ji bo maratona xwe ya nîvco maye dewam bike, tevlî refên gerîla bûye.

Atlet Rojîn Zemyan a tevlî refên gerîla bû diyar kir ku li dijî zextên sîstem bi rêya sporê li ciwanan dike, ji bo maratona xwe ya nîvco maye dewam bike, tevlî refên gerîla bûye.

Beşdariya li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku veguheriye mozaîka mirovên ji beşên cuda, dewam dike. Yek ji van jî gerîla Rojîn Zemyan - Sûna Alkiş a ji navçeya Agirî Bazîdê ye. Gerîla Zemyan da xuyakirin ku ji 10 saliya xwe û vir ve ew bi atletîzmê re mijûl dibe û di pêşbirkên li bajarên cuda de wê gelek xelat bi dest xistine. Gerîla Zemyan da xuyakirin ku sîstem bi rêya sporê zextê li ciwanan dike.

'DIXWAZIN CIWANAN JI DÎNAMÎKA CEWHERÎ QUT BIKIN'

Gerîla Rojîn Zemyan diyar kir ku sîstema ku spor ji qada pêşketina bedenî û zîhnî derxistiye, veguherandiye rewşeke ku ciwanan lê têk bibe û der heqê pêkanînên sîstemê yên li hemberî ciwanên Kurd de ev nirxandin kir: "Armanca wan ew e ku bi van polîtîkayên qirêj re ciwanan ji civakê qut bikin. Bi astengkirina pêşketina ciwanan re ku hêza pêşeng a civakê ye dixwazin ciwanên nafikire, nafirîne û her tim jê dibe, biafirîne. Vê yekê jî bi taybetî li hemberî ciwanên Kurdistanê dikin. Bi vê rê re dixwazin ciwanên Kurd ji Tevgera Azadiyê ya Kurd qut bikin. Bi vî rengî dixwazin ciwanan bixin bin kontrola xwe."

'LI NAVA GERÎLA MIN WE JI NÛ VE DÎT'

Gerîla Zemyan da xuyakirin ku maratona wê ya di rêya azadiyê de beriya du salan bi naskirina PKK'ê re destpê kiriye û got, "Di nava vê demê de min Rêbertî xwend û hewl da nas bikim. Tevî vê yekê, min hewl da hem xwe hem jî ciwanên heyî fêm bikim. Min biryar da ku van lêgerînên xwe bi tevlîbûna li nava PKK'ê re dewam bikim. Di payîza 2014'an de tevlî gerîla bûm. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla re der heqê jiyanê de bûm xwedî vîneke xurt. Li vir mirov rastiya xwe baştir fêm dikin. Mirov dikare baştir fêm bikin ku sîstem çima ewqasî bi ciwanan dilîze. Bi salan bi atletîzmê re mijûl bûm û ji rastiya xwe dûr ketibûm. Bi tevlîbûna li nava PKK'ê re haya min ji rastiya min çêbû."

'JIYANA GERÎLA NAYÊ VEGOTIN, TÊ JIYÎN'

Gerîla Zemyan diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ji ber ku weke jinekê di nava refên gerîla de cih girtiye û got, "Jiyana gerîla nayê vegotin, encax bi jiyînê watedar dibe. Ji vê derê bang li ciwanên Kurd û Tirk dikim. Xwe ji çerxa sîstemê rizgar bikin û têkoşînê bigihînin siberojên azad."

...