Li Mûşê hat xwestin ku avahiya HDP’ê bidin ber agir

Duh êrîşê avahiya HDP’ê ya Mûşê hat kirin. Hat xwestin ku avahiya partiyê bidin ber agir.

Duh hat xwestin ku avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê bidin ber agir. Rêxistina HDP’ê ya Mûşê têkildarî êrîşê, îro li avahiyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên bajêr û rêvebirên partiyê tevlî civînê bûn.

Hevserokê bajêr Savci Arslan anî ziman ku cihê ketina hundirê avahiyê, berê bi alên partiyê xemilandine û destnîşan kir ku ji aliyê kes yan kesên nediyar ve, ev al dayîne ber agir û hat xwestin ku avahî bê şewitandin. Arslan wiha got: “Hatiye xwestin ku alên me yên li cihê ketina hundirê avahiya me daliqandî, bidin ber agir û li avahiya me şewatê derxin. Kesên ev yek kirîn, yan jî piştî alên me dan ber agir ji deriyê avahiya me dûr ketine. Agir bi xwe vemiriye. Bi vî awayî avahiya me ya bajêr, ji xeteriyekê rizgar bûye.”

Arslan ragihand ku têkildarî êrîşê serî li Serdozgeriya Komara Mûşê dane û doz vekirine.