Li Misircê dîdara ‘Dema Azadiyê’

Di dîdara ‘Dema Azadiyê’ ya li navçeya Misirc a Sêrtê bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di çarçoveya kampanya ya ‘Dema Azadiyê’ de li navçeya Misirc a Sêrtê dîdareke gel hat lidarxistin.

Di dîdarê de ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Misirc a Sêrtê hatibû lidarxistin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî amade bûn.

Li wir pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Tecrîd sûcê mirovatiyê ye, bila dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyanê edalet” û “Tecrîdê bişkînin, yekîtiya netewî ava bikin” hatin vekirin. Di dîdarê de Bayindir axivî û bal kişande ser “plana çokdanînê” ya ji 2014’an ve ketiye meriyetê.

Bayindir her wiha diyar kir, “Di merheleya ku niha heyî de em dibînin ku yên ev plan çêkirine, çokê datînin. Her roja ku diçe rêxistinbûnî, hêz û destketiyên me zêdetir dibin.”

Bayindir ê HDP’î îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pêde çû, “Ti gotin û axaftin nikare bikeve pêşiya rakirina tecrîdê. Ev gel dixwaze ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Pêwîst e daxwaza gel rojeva sereke ya hemû aliyan be. Li gorî wê gav biavêje. Em jî ji bo rakirina tecrîdê pêwîst e li gund, tax, navçe û bajaran yanî li her qada jiyanê têkoşînê mezin bikin. Sebra vî gelî li hemberî domkirina tecrîdê nemaye.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku tecrîd gihîştiye asta êşkenceyê û got, “Vê gavê gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kiriye û belavî hemû qadên jiyanê bû. Bi girankirina tecrîdê re koletî hat ferzkirin. Ji bilî koletiyê ti alternatîfek ji vî gelî re nehate pêşkêşkirin. Kurd vêya qebûl nake.”

Ozturk dirêjî da axaftinên xwe û diyar kir, “Ji bo sekinandina xwînê tekane çare Ocalan e. Ocalan jî bi tecrîdekê ku mîna sîstema êşkenceyê ye re rû bi rû ye. Ger jiyaneke azad tê xwestin divê tecrîd were rakirin. Divê tecrîd tenê ne rojeva sereke ya gelê Kurd be, pêwîst e rojeva sereke ya hemû aliyên ku behsa demokrasî û mafê mirovan dikin be. Kesek li qusûrê nenêre, ger li holê tecrîdeke ku hiqûq di bin lingan de mabe hebe, vê çaxê divê her kes dengê xwe derxîne. Yên ji xwe re dibêjin ez mixalif im, pêwîst e vê tecrîdê bibîne û ji bo rakirina wê têbikoşe. Agahî ji Ocalan nayê standin. Ev rewşeke pir cidî ye. Cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe.”

Ozturk herî dawî bal kişande ser girîngiya yekîtiya netewî û anî ziman, “Pêwîst e li hemberî sîstema ku dibêje Mûsil 82 û Kerkûk 83 yekîtiya xwe ava bikin. Nexwe wê sibe Hewlêr 84, Duhok 85 bêjin û biçin. Hişmendiya ku Kurdistanê înkar dike, tiştekê ku bide gelê Başûr wê tune be. Divê PDK vêya bibîne. Malbata Barzanî hê jî PKK’ê weke dijminê gelê Kurd nîşan dide. Hûlûsî Akar ê ku Wezîrê Parastinê yê Dewlet Tirk e tê û bi wan re hevdîtinan dike û dibêje ku cihek bi navê Kurdistanê tune ye. Malbata Barzanî yan vêya dibîne yan jî naxwaze ku bibîne. Tunebûna destketiyên gelê Kurd di xema wan de nîne. Pratîka wan vêya nîşan dide. Bi ruxmê israra me ya ji bo yekîtiya netewî, PDK xwe nêzî wê nake.”