Li Minbicê cenazeyên 2 şervanan hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Rîslan û Besam El- Dad, li Goristana Şehîdan a Mibicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Rislan (azad) ê ku di 20’ê Adarê û Besam El-Dad ê ku 13′ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî axivî û diyar kir ku wan têkoşeran ji bo azadiya gelê xwe, canê xwe feda kirin.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî destnîşan kir ku hewldanên derbekirina ewlhiya herêma Minbicê didomin.

Her wiha Hevseroka Rêveberiya Minbicê ya Sivîl Zeynet Qenber jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştre jî, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.