Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan, giliyê polîsên îşkencekar û doktorên ku îşkenceyê dinixumîne, kirin.
Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Umît Tekîn, ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat binçavkirin, di binê çavan de bi saetan îşkence lê hat kirin. Doktorê Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê jî, ev îşkence nixumand. Buroya Hiqûqê ya Bindestan giliyê polîs û amîrên îşkencekar û doktorê ku îşkence nixumand, kir.
Tekîn, roja 6'ê Sibatê li kafeya înternetê hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Navçeya Serêkaniyê. Tekîn roja 9'ê Çileyê ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Bindestan Ozlem Ûçar re qala îşkenceya lê hat kirin, kir: "Min tazî kirin û avêtin qoziya odeyekê. Dest bi lêdanê kirin. Pihîn li organê min ê zayendî, li zikê min û lingê min xistin. Kulm li rûyê min û sîle li ser çavên min xistin."
Tekîn da xuyakirin, ku di dema binçavan de, îşkenceya 'ava cemidî' jî lê hatiye kirin, ku ev îşkence rêbazeke di dema 12'ê Îlonê salên 1990'î de dihat bikaranîn. Tekîn qala vê îşkenceyê kir: "Serê min berjêr kirin û ava cemidî li pişta min kirin. Piştre hêdî hêdî li tevahiya bedena min kirin. Heta wextekê bi vî rengê şil, li min dan."
Tekîn anî ziman, gefa destavêtinê lê hat xwarin û sixêfên zayendîperest lê hat kirin. Tekîn nîvê şevê bi rengekî kelepçekirî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê.
DOKTOR ÎŞKENCE VEŞART
Umît Tekîn anî ziman, ku doktorê li nexweşxaneyê ji dûr ve lê nêrî ye û got, "Temam, pêwîstî bi vekirina kelepçeyê nîne. Ciwan e, wê derbas bibe." Tekîn diyar kir, piştî mûayeneya ji çend deqeyan bi rengekî kelepçekirî ew careke din birine Midûriyeta Emniyetê û li vê derê îşkenceyê dewam kiriye. Tekîn saet di 02:30 ê şevê de xistin nezaretxaneyê û piştî rojekê birin dadgehê. Dadgehê jî biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.
POLÎS Û DOKTORAN GILÎ KIRIN
Parêzer Ozlem Gumuştaş anî ziman ku şopên îşkenceyê li ser muwekîla wê bi çavên xwe dîtiye û ji ber îşkenceyê giliyê Mudûrê Emniyeta Navçeya Serêkaniyê, Midûrê Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Navçeya Serêkaniyê, polîsên li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê wezîfedar, ku Tekîn qala wan kir, hemû polîsên di dema binçavkirinê de li Midûriyeta Emniyetê bûn û doktorê ku di dema kontrolê de rastiya îşkenceyê nixumand, kir.
Di daxwaznameyê de hat ragihandin, gumanbaran sûcên "îşkence", "wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar anîne", "delîl tine kirine, veşartine û guhertine", "heqaret û "gefxwarin" kirine.