Li Mexmûrê sê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn 

Li Wargeha Mexmûrê gerîlaya YJA-STAR’ê Feraşîn Zagros û milîsên bi navê Rêzan Bûlût û Ehmed Kara ku di demên cuda  şehîd bûne hatin bibîranîn.

Ji bo gerîlaya YJA-STAR’ê Dêrsîm Atalay bi nasnav Feraşîn Zagros ku 20’ê Sibata 2017’an li Girê Metîna yê Herêmên Parastinê yên Medya di encama êrîşên hewayî de, milîsê bi navê Rêzan Bûlût ku 24’ê Cotmeha 2017’an li Herêma Besta di encama êrîşên hewayî yên artêşa faşîst a dewleta Tirk û milîsê bi navê Ehmed Kara yê 10’ê Cotmeha 2017’an li Herêma Besta di encama qezayekê de, şehîd bûn îro li Wargeha Mexmûrê bi beşdariya hezaran kesî   merasîmekê ve hatin bibîranîn.

Merasîma sê şehîdan  îro li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê di demjimêr 09.00’an de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê nameyên Biryargeha Navendî ya HPG û YJA-STAR’ê ya ji bo malbatên Şehîdan hatin xwendin û piştî xwendina nameyan, li ser navê Hêzên Parastina Gel, Qehreman Mûrad axivî. Mûrad di axaftina xwe de di kesayeta her sê şehîdan de tevayî şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha axivî; “ Fikir, felsefe ya Rêber Apo di dil û mejiyê her ciwanê Kurd ê bi rûmet de hatiye çandin. Em ê heta dawiyê xwedî li bîranîn, armanca şehîdan xwedî derkevin. Xeyalên wan ên azadiyê pêk bînîn û azadiya Rêber Apo ya cesteyî bi dest bixin.”

Di berdewamiya merasîmê de li ser navê malbatên şehîdan, bavê gerîlaya YJA-STAR’ê Faraşîn Zagrosê Cengîz Atalay, Bavê Şehîd Rêzan Bûlût Huseyîn Bûlût û Bavê Şehîd Ehmed Kara, Hesen Kara axivîn.

Piştî axaftina malbatên şehîdan, Hevserokê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Kara jî têkildarî jiyana her sê şehîdan axivî. 

Merasîma bîranînê ya Şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ey Şehîd Xwîna Te li Erdê Namîne’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Gel, bi malbatên şehîdan re çûn cihên konê sersaxiyê  û wê sê rojan konê sersaxiyê ji bo serdanên sersaxiyê vekirîbe.