Li Mexmûrê mitînga ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’

Li Mexmûrê ji bo ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’ mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtînga ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇHM) hatî organîzekirin, li gorî saeta herêmê di saet 7:30’an de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo giyana şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di destpêka mîtîngê de hunermendên NÇHM'ê hinek berhemên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan amadekirin, pêşkêş kirin. Piştre Koma Govendê ya Avaşîn derket ser dikê, govend gerandin û girseya li qadê kombûyî coşandin. Piştre kurte pêkenokek ji aliyê NÇHM’ê ve hate pêşkêşkirin.

Piştî vê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha Ş.Rustem Cûdî axaftinek pêşkêş kir.

Di van kêliyan de jî Koma Şehîd Serhed weke mêhvan ji Silêmaniyê derketiye ser dikê û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin. Mîtîng bi coşeke mezin û bi tevlîbûnek bi heybet ya şêniyên wargehê didome.

Piştre hunermendên Kevana Zêrîn jî hatin li ser dikê û bi stranên xwe qada mitîngê coşandin.

Mitînga ku bi gerandina govend û dîlanê dom kirî, bi berzkirina dirîşmeyên şermezarkirina komploya navnetewî û tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dawî bû.