Li Mexmûrê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. Meş, bi kombûna şêniyan, li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta li ber derê Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.

Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Her wiha wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hildan.

Piştî ku meş li ber derê Parka Şehîd Aryan Cûdî qediya, deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî.

Bûdak, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala faşîst a AKP-MHP’ê ku bi salan e li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û wiha got: “Ji bo şkandina vê tecrîdê em ê li dijî hêzên li derdora vê tecrîdê plansaziyên xwe yên diplomasî xurt dikin, têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo şikandina vê tecrîdê, li Kurdistan, Avrupa û Mexmûrê, em li ser lingan e. Zêdeyê du salan e ji Rêbertiya ku temsîla mirovahiyê dike, tu agahî nayê girtin. Pergala faşîst a AKP-MHP’ê ya ku bi lihevkirina dewletên NATO yê re ev 24 sal in li ser vîna gelê Kurd tecrîdê ferz dikin. Ji bo Kurdistan nebe xwedî statu, gelê Kurd bi çand û hebûna xwe nejî, îro di kesayeta Rêbertiya me de gelê Kurd tê tecrîdkirin. Wê tu desthilatdar nekarin xwe li hember yekîtiya gelan bigirin. Ji bo vê, giringiya hilbijartinên li bakurê Kurdistanê wê bên pêkanîn, dîrokî ye. Wê di vê lihbijartinê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê were hilweşandin.”

Daxuyanî, bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.