Li Mexmûrê komplo hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê meşek girseyî hat lidarxistin.

Îro bi boneya 22. salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek deverên Kurdistanê û ji derveyî welat çalakî tên lidarxisitn. Li Wargeha Mexmûrê jî komploya 15’ê Sibatê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.

Welatiyên Mexmûrê ku saet 9:00 ji bo meşa girseyî li dar bixin, ji taxên xwe rê ketin û li ber Saziya Malbatên Şehîdan hatin gel hev. Di heman demê de xwendevan û mamoste jî li dibistanên xwe kom bûn û ber bi qada çalakiyê ve meşiyan. Meş piştî ku hemû gel hatin cihê çalakiyê dest pê kir.

Mexmûriyan pankartên bi nivîsa “Emê ji komplogeran hesab bixwazin”, “Ciwan fedayî yê Rêber Apo ne”, “Bijî Rêber Apo” , “Em 15’ê Sibatê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” , “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Rêberê me îradeya me ya siyasî ye” bilind kirin. Di heman demê de bi dirûşmeyên “Kesek nikare roja me tarî bike” , “Bimre îxanet” , “Bijî berxwedana Îmralî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Garê” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Serok roja me, em agirê dora wî” qêr kirin. Her wiha al û posterên ku wêneyê Rêber Apo li ser, alên PKK û KCK hatin hildan.

Meşa ku çalakvanên greva birçîbûnê pêşengtî jê re kirî, bi coş û kelena gel, bi qîrkirina dirûşmeyan piştî ku li tevahî kolanên wargehê geriya, ji bo daxuyaniyê li Navenda Çand û Hunera wargehê rawestiya. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan ve hate dayîn.

Kaçan berxwedana zindanan, berxwedana Garê û Gelê Kurd silav kir û got ku armanca dijmin ya ji vê komployê diyar e, dijmin dixwest bi vê yekê gelê Kurd tune bike, em îro jî dibînin ku bi tecrîda li ser Rêbertî dixwazin vê komployê bidin domandin. Di heman demê de Kaçan  komplo şermezar kir û diyar kir ku ev komplo bi hêza gel vale hate pûçkirin û hîna jî berxwedana li hemberî vê yekê didome.

Hecî Kaçan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew soz didin heta ku Rêbertî bi awayek fîzîkî azad bibe wê ev têkoşîn û berxwedana wan bidome.

Meş piştî axaftina daxuyaniyê, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Garê” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.