Li Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd kampanya nameyan dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanya nivîsandina nameyan dest pê kir.

Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' şênyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi nivîsandina nameyan ji bo Neteweyên Yekbûyî kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê, bi navê şêniyên wargehê li ser destpêkirina kampanyayê daxuyaniyek dan. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn daxuyanî da û diyar kir ku heta azadiya Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Di daxuyaniyê de işaret bi rola Neteweyên Yekbûyî ya ji bo azadiya Nelson Mandela hate kirin û hate ragihandin ku ew jî dixwazin Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd jî bi heman berpirsyariya xwe rabe.

Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.