Li Mexmûrê ji bo Şehîd Dilgeş Şerzan konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîlayê HPG’ê Dilgeş Şerzan yê li herêma Garzanê şehîd bûbû li Mexmûrê kona sersaxiyê hate vedan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo şehîd Dilgeş Şerzan (Mahmûd Ozdemir) ku di 20’ê Hezîrana 2021’an de li Garzanê şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.

Welatiyên wargehê li gel hemû endam û rêveberên saziyên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin. Piştre li ser navê Meclîsa Gel a wargehê Mehmûd Zêwkî axivî.

Mehmûd Zêwkî di destpêka axaftina xwe de ji bo malbata şehîd sersaxî xwest û wiha got: “Eger em niha bi rûmet jiyan dikin ev bi saya van şehîd û keda Serokatiyê ye. Em deh rojan jî pesnê şehîdan bidin, em nikarin heqê şehîdan bidin.”

Li ser navê malbatê jî Yuksel Bilehî axivî, xêrhatina gelê amade kir û got: “Beriya her tiştî serê Serokatî, rêhevalên wî û gelê welatparêz saxbe. Ev ne şehîdê destpêkê ye û ne jî yê dawî ye. Şoreş çiqas mezin bibe wê bedel jî ew qas zêde be.”

Piştî axaftinan jî girseyê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ berzkirin.