Li Mexmûrê greva birçîbûnê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Mexmûrê hatî destpêkirin, di roja 33’an de didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, bi koma 17’an di roja 33’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 17’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewrgirtin, di şexsê Şehîd Vîyan Soran, Ronahî Penaber û Raperîn Amed de ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 16’an Mamosta Ferîde Tekîn axivî.

Ferîde di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Em tecrîd û bêdengiya li hember tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin agahiyekî ji Rêber Apo bigirin. Ji bo wê em niha di çalakiyê de ne. Armanca çalakiya me jî, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi vê boneyê em bang li CPT’ê dikin da ku demildest li erk û berpirsyartiyên xwe rabe. Em 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin û bang li jinan dikin dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin kolanan.”