Li Mexmûrê gerîlayê HPG’ê Gabar hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Elî Damar (Serxwebûn Gabar) ê ku di 22’ê Îlonê de, di encama şerê bi artêşa Tirk re şehîd bibû, li Wargeha Mexmûrê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Alî Damar (Serxwebûn Gabar) ê ku di 22’yê Îlona 2017’an de li gundê Sêvê yê giredayî Herêma Xakûrkê di encama şerek dijwar yê bi artêşa Tirk şehîd bibû, li Mexmûrê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê di kesayeta Şehîd Serxwebûn Gabar de ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel Huseyîn Kara axivî. Kara di axaftina xwe de da zanîn ku ji bo jiyaneke bi şeref û azad bi hezaran keç û kurên gelê Kurd û gelên azadîxwaz di nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih digirin û canê xwe di ber azadiya gel û welatê xwe de feda dikin.

Li ser navê malbata şehîd, bavê Şehîd Serxwebûn Gabar, bi navê Seîd Gabar tê naskirin axivî. Damar di axaftina xwe de xêrhatin li girseya merasîmê kir û wiha axivî; “Gelê Kurd roj naçe ku di ber azadiya welat û gelê xwe de şehîdan nede. Kurê min ne şehîdê destpêkê û ne jî wê yê dawiyê be. Ji ber ku têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê didome. Heta azadiyê gelê Kurd wê keç û kurên xwe bike gorî welatê xwe. Şehîd Serxwebûn şehîdê têkoşînê û yê tevayî gelê Kurd e. Li ser navê malbatê dibêjim serê Rêber Apo, rêhevalên wî, gelê Kurd ê welatparêz û bi taybet serê gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî sax be. Em soz didin ku heta azadiyê em ê li ser rê û şopa Rêbertî û şehîdan bin û em ê tekoşîna xwe bidomînîn.”

Piştî axaftinan, merasîm bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Nasnameya gerîlayê HPG'ê Serxwebûn Gabar wiha ye;

Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/serxwebun_ali_small.jpg

Nasnav: Serxwebûn Gabar
Nav û Paşnav: Alî Damar
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Seyra - Saîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 23’ê Îlon 2017