Li Mexmûrê êrîşa Qamişlo hat şermezarkirin

Li Mexmûre Saziya Malbatên Şehîdan êrîşa Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Her şehîdek ji bo me dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.”

Di 9’ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirê bê mirov li bajarê Qamişloyê wesayîtek sivîlan bomebebaran kir û di encamê de ji malbatekê 3 sivîlên bi navê Yûsûf Gulo, Mezlûm û Mehmûd Gulo şehîd bûn. Ji bo şermezarkirina vê êrîşê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da. Daxuyanî li  Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hat dayîn.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Ucar ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn bi salane li beramberê gelê Kurd yê azadîxwaz bi rê û rêbazên derveyî wijdanê mirovahiyê û bi piştgiriya hêzên emperyalîst yên li ser xwîna gelan dijîn, êrişên cûr be cûr pêktîne û ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan ku bi xwîna şehîdan hatîn destxistin hemû rêyan diceribînin. Di vê çarçoveyê de li Şengalê êrişê nexweşxaneyan, li Mexmûrê êrişê sivîlan, li Rojavayê Kurdistanê êrîşê têkoşeran û li Herêmên parastina Medya jî bi çekên kîmyewî êrişê şervanên azadiyê dikin. Dijminê xwînmij li pêş çavê welatên Cîhanê yên ji ber berjewendiyên xwe çav û guhê xwe lê digrin pêktîne û dixwaze bi van êrişan xwe ji tengezariya heyî rizgar bike.

Dewleta faşîst a Tirk di çarçoveya planên xwe yên qirêj de, di dîroka 9’ê Mijdara 2021’an li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo, taxa Hilêliyê bi şêweyek ne merdane û bi bê bextî êrişekî hewayî li ser pêşeng û welatparêzên sivîl yên nirxên gelê Kurd pêk anî. Di encama êrişa ne merdane ya îttîfaqa AKP-MHP ya faşîst û serçete Erdogan de dostê Rêber Apo, aqilmend û pêşengê gelê Kurd, endamê malbata Gulo rêzdar mam Yusûf Gulo li gel neviyên xwe yên şoreşger Mazlûm û Mihemed Gulo jiyana xwe ji dest dan û tevlî karwanên şehîdan bûn. Ev êriş di nava bajarê Qamişlo de li pêş çavê koalîsyona navnetewî ku saha hewayî di bin kontrola wan de ye pêkhatî, êrişekî hovaneye û dijî hemû zagonên navnetewî ye.

Weke Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di serî de em şehîdên Qamişlo, nirxên pîroz yên malbata Gulo rêheval mam Yusuf Gulo, Mazlum Gulo û Mihemed Gulo bi rêzdarî bi bîrtînin, di kesayeta wan de li ber tevayî şehîdên têkoşîna azadiyê bejna xwe ditewînîn. Hem ji bo malbata Gulo ku yek ji malbatên Rojavayê Kurdistanê xwedî şehîd, şervan û kedek bi rûmetin, hem ji bo tevayî gelê Kurd, hem ji bo Rêber Apo ku şehîd Yusûf Gulo rêhevalê Rêber Apo bû sersaxî dixwazîn. Em xem û azara gelê Rojavayê Kurdistanê û malbata Gulo parve dikîn û vê êrişa hovane şermezar dikîn.”

Herî dawî di daxuyanî ye de wiha hat gotin “Divê baş were zanîn ku ne ev êriş û ne jî êrişên nû pêkwerin wê gelê Kurd yê azadîxwaz ji doza xwe ya pîroz nede dûrxistin, wê ev têkoşîn bi ruxmê hemû êriş û planên dervey zagonên navnetewî biserbikeve û wê Erdogan û hemû hevalbendên wê di nava xwîna pakrewanên me de bifetisin. Her şehîdek ji bo me dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê û her şehîdek ji bo gelê Kurd dibe egera hîn bêhtir bi şêweyek hîn xurt li doz û paradîgmayê xwedî derketinê.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Nemirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.