Li Mexmûrê dayik ev 11 roj in li dijî ambargoyê li ber xwe didin

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî ambargoya li ser kampê dane destpêkirin di roja 11'an de didome.

Ambargoya li ser Kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a Penaberan kete roja 56'n, rayedar heta niha ji bo rakirina ambargoyê ti gavek neavêtine.

Dayikên Aştiyê li dijî ambargoyê ya ku bandoreke giran li ser jiyanê dike û nahêle mirov bigihin hewcehiyên girîng ên mîna tendiristiyê, ji 1'ê Îlonê ve di çalakiya rûniştinê de ne.

Çalakî li cihê kontrolê ya asayîşê ya PDK'ê tê kirin. Dayikên Aştiyê ku ev bi rojan in li cihê kontrolê disekinin gelek caran pêşmerge heqaretan li wan dike û êrîşan dibi ser wan.

Her wiha destûr nayê dayin ku kes serdanan dayikan bike li ber germahiya zêde çalakiya xwe didomînin. Hêzên asayiştê nahêlin kes nêzî tengala dayikan bibe.

Di roja dehan a çalakiyê de ji dayikan Şerbet Salih nexweş ketibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Tedawiya Şerbet Salih didome.