Li Mexmûrê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê hate destpêkirin

Meclîsa Îştarê bi daxuyaniyekê destpêkirina çalakiyên 8’ê Adarê ragihand û got, “Weke jin divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna jinan bigihînin lûtkeya herî jor.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştarê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê da. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çiçek Cengîz ve hat xwendin.

Di daxuyaniya Meclîsa Îştarê de ev tişt hatin gotin:

“Tê zanîn ku di dîroka 1857’an de li Newyorka Emerîkayê ango di nava dilê sîstema kapîtalîzmê de li hemberî bê mafiya heyî jinan serî rakirin û dest bi xwestina mafê xwe kirin. Di heman demê de ev serhildan tê wateya serî rakirina li hemberî sîstema heyî. Deshilatdariya heyî ji bo bêdengkirina jinên kedkar bi awayekî hovane di kargehekê de têne dîlgirtin û di encama derxistina agirekê de 129 jinên ku di temenê ciwantiya xwe de bûn hatin şewitandin. Jinên ku ji dîroka 5 heta 7 hezar salan rastî bê mafî û destdirêjiyê tên û îradeya wê tine dihat hesibandin, ji bo bidest xistina mafê jiyanî û hevsengiya zayendî di nava têkoşînê de ye. Jinên ku têkoşîn kirine îro di encama berxwedana xwe de gihiştiye wê astê ku di pêşxistina civakê de rolê pêşeng dilîze û bûye xwediyê wê îradeyê ku di her cihê xebatê de xwe temsîl û îfade bike.

Em weke jinên Kurd ji ber ku xwediyê Rêber Apo ne, di heman demê de em xwediyê şansekî pir mezin yê dîrokî ne. Jinên Kurd bi fikir û felsefeya mîmarê mirovahiyê her ku diçe pêşdikeve û dibe xwedî serkeftinên dîrokî. Jina Kurd ya ku îro ji qada şer bigire heta qada siyasî-civakî mohra xwe li dîroka mirovahiyê dide û malovanî ji şoreşê re dike, bi fikirê Rêber Apo ya ku her ku diçe gerdûnî dibe, ne tenê jinên Kurd li tevahî cîhanê jinên ku Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin, di bin fikir û felsefeya wî de xwe perwerde dikin. Li ser esasê avakirina sîstema Netewa Demokratîk têkoşîn dikin, serkeftinên pir mezin bi dest dixin û gavên mezin ber bi azadiyê ve diavêjin. Ji bo vê jî weke jin divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna jinan bigihînin lûtkeya herî jor.

Em weke jinên wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi rast hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  hê bêhtir bilindkirina ruhê pêngava KCK û KJK ya ‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’ û ‘Dem dema parastina jin û civakê ye’ bi rêzeçalakiyên weke yekê mehê bernameyekî taybet ji bo girtiyên siyasî, çarê mehê semîner li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê, pêncê mehê vekirina pêşengeha ji hunerê dest ê jinê, şeşê mehê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li tevayî jinên wargehê û navçeya Mexmûrê belavok were belavkirin, roja heftê Adarê meşekî giştî wê were li darxistin, roja heştê Adarê jî bi tevlîbûyîna giştî gel wê were pîroz kirin. Weke jinên wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi bêhna biharê û destpêkirina biharê re her jinek ku bi reng û xemla xwe bihara walatê xwe bi hêz û îradeya jinê a li beramberî hemû bêmafî, zordarî û êrişên heyî dide meşandin û bi têkoşînê dîrok dinivîse silav dikin. Roja 8’ê Adarê roja jinên kedkar yên cihanê bi dilê tejî heskirin li mîmarê mirovahiyê rêhevalê jinê yê rast Rêber Apo, tevayî şehîdên şoreşê, li gerîlayên hemdem, tevayî jinên di zindanan, meydan û kolanan de li berxwe didin pîroz dikin. Wê teqez berxwedana me bi serkeftinê û bi gihiştina ruhê xwedawendiyê taciîdar bibe.”

Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.