Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê di roja 24’emîn de ye

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 24’emîn de didome.

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî 2 sal in agahî jê nayê girtin, ev 24 roj in li Mexmûrê çalakiya nobetê tê lidarxistin.

Di roja 24'emîn a çalakiyê de komeke nû çalakî dewr girt. Qedrî Şîrîşî di daxuyaniya li ser navê koma nû de got, "Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin."

Şîrîşî got, “22 meh in me ji serokê xwe ti agahî negirt. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo li ser gelê Kurd jî tê meşandin. Şervanên azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê têdikoşin. Lewma em nobeta li Mexmûrê bi nirx dibînin. Di vê çalakiyê de çi berpirsyariya me hebe em amade ne, bikin."