Li Mexmûrê çalakiya nobetê didome

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11’ê Kanûnê de çalakiya nobetê hat destpêkirin. Koma nû îro çalakî dewr girt. Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma nû Heqî Ayaz axivî.

Heqî Ayaz di destpêka axaftina xwe de hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Kurdistan û derveyî Kurdistanê tên li derxistin silav kir û got: “Em tecrîda girankirî şermezar dikin û bang li CTP dikin ku demildest agahiyek ji Rêbertiya me ji bo me ragihîn. Em xwedî dozekin heta dawiyê em ê li pey wê dozên bin. Wek gel me çalakiyek daye destpêkir, ev mafek rawa yê me ye û heta em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirin em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Di çalakiyê de sînevziyona li ser perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate temaşekirin.