Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 32’yan de didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 32’yan de didome. Çalakvanan ev peyam dan: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê vê çalakiyê bidomînin.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev nêzî mehekê ye çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 32’yan de, bi koma nû ya çalakvanan dewam dike.

Koma nû bi hildana flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî dewr girtin. Çalakî ji bo giyanê şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê, dest pê kir. Piştre li ser navê koma nû ya çalakvanan, mamoste Ihsan Kaplan axivî.

‘SERKEFTIN WÊ YA GERÎLA Û GELÊ KURD BE’

Kaplan diyar kir ku armanca wan şikandina tecrîda girankirî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li ser Gelê Kurd tê meşandin e û wiha got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê vê çalakiyê bidomînin. Îsal ji hemû demê zêdetir, berxwedan û ked ji me tê xwestin. Ji ber ku sedsala Peymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê, temam dibe. Gelê Kurd aştîxwaz e, gelê Kurd çareseriya nasnameya xwe û mafê xwe dixwaze. Serkeftina wê ya gerîla û gelê Kurd be.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.