Çalakvanên greva Mexmûrê: Heta azadiya Rêberê me wê berxwedan bidome

Şêniyên Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi koma 5’an dewr girtin û çalakgeran diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Girtiyên siyasî roja 27’ê Midarê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dawîbûna zext û binpêkirinan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpê kirin. Ji bo piştgiriya vê çalakiya girtiyan bi pêşengtiya Meclîsa Îşatar li Wargeha Mexmûrê 18’ê Kanûnê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, îro bi koma 5’an di roja 9’an de dewam dike Çalakgeran diyar kirin ku hetanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî neyê rakirin û neyên azadkirin wê hertim di nava çalakiyan de bin.

‘ARMANC BI RÊBERTIYEK AZAD RE JIYÎNE’

Ji çalakgeran Zekî Geverî axivî û diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê rakirin û bi rêbertiya xwe re azad nejî ew dest ji vê çalakiya xwe bernadin û hertim ew ê di nava têkoşînê de bin. Geverî got: “Armanca me ya tevlîbûna vê çalakiya greva birçûnê ew e ku em bi Rêbertiyeke Azad li welateke azad bijîn, ji derveyî vê ti armanceke me ya din nîne. Em bi vê xeta berxwedanê serbilindin ku bûye nesîbê me. Bila dost û dijmin baş bizanibe heta nefesa xwe ya dawî li dijî her dagirkerî û zordariyê wê ev gelê xwe li ber xwe bide. Serkeftin wê hertim ya gelê me ye.”

‘RABIN SER XWE PIŞTGIRÎ BIDIN GIRTIYAN’

Wesîle Gabarî jî diyar kir ku hata dilopek xwîna wan heye ew ê li pişta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gêrîla û girtiyên zindanan bin. Gabarî destnîşan kir ku heta Ocalan azad nebe ew ê li ber xwe bidin û got: “Em weke dayik em ê hertim di nava çalakiyan de bin, çi ji destê me were em ê bikin ji bo ku em xelayên zarokên xwe li erdê ne hêlin. Em bang li hemû Kurdên xwedî şeref û namûs dikin ku rabin li ser lingan û piştgiriyê bidin gêrîla û girtiyên siyasî. Pêwîste hemû dayikên aşitiyê piştgiya girtiyên siyasî yên li girtîgehan di nava çalakiyan de ne bikin.”

‘EM Ê BI RAMANA SEROKÊ XWE SER BIKEVIN’

Her wiha ji çalakgeran Evdilayê Spêrtî jî da zanîn ku bi komployên navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate girtin û xistin nava girtîgeha Îmraliyê. Spêrtî wiha domand: “Tevahî cîhan bû yek û Rêberê me girtin û xistin zindanê. Bi saya felsefeya Rêber Apo PKK ji heft kesî destpê kir niha bûye bi milyonan û her sala ku diçe em hîn bi ser dikevin. Baweriya me bi gelê Kurd heye bi felsefeya Serok Apo em ê hertim serbikevin û wê serkeftin ya me be û çi dibe bila bibe.”