Li Merîwanê rejîma Îranê 4 welatiyên Kurd birîndar û yek jî destgîr kir

Li ser sînorê Merîwanê hêzên rejîma Îranê gule li welatiyên Kurd ên şivantî dikirin reşandin, di encamê de 4 kes birîndar bûn. Welatiyek jî destgîr kirin.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) duh 4 welatiyên Kurd ên bi navê Eyûb Pîrûzî (28), Ebûbekir Fetahî (35), Dana Pîrozî (25) û Eyûb Pîrûzî (36) ku xelkê gundê Serdoş a Merîwanê ne ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li ser sînorê Dolebî birîndar bûne.

Li gorî KMMK’ê welatiyên navborî pezên wan hebûye û hêzên Îranê li ser sînorê Dolebî bêyî ku wana hişyar bike ji nêzîk ve gule li wan direşîne, di encamê de çar welatî  birîndar dibin.

Hatiye gotin ku her çar welatiyên birîndar ji bo derman bibin rakirine nexweşxaneya bajêr.

Her wiha hat zanîn ku hêzên Îranê welatiyeke din ê bi navê Karo Sedîq Yemenî xelkê gundê Serdoş ê Merîwanê destgîr kirine.