Li Merîwanê 6 Kurd hatin destgîrkirin
Pêla destgîrkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve didome. Duh li bajarê Merîwanê 6 Kurd hatin destgîrkirin.
Pêla destgîrkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve didome. Duh li bajarê Merîwanê 6 Kurd hatin destgîrkirin.
Hate zanîn ku hêzên dewleta Îranê duh li gundê Nêy ê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser gelek malan de girtin. Di wan serdegirtinan de 6 kes hatin destgîrkirin.
Navê kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Mihemed Ehmedî, Idrîs Behramiyan, Ferîd Dêrexşanî, Kêyvan Mînûyî, Ebdurehma Efşar û Ebdurehman Eştek.
Derbarê sedemê destgîrkirina her 6 kesan û cihê ku ew rakirinê ti agahî nehate bidestxistin.