Li Mereşê hîna jî mudaxileyî bi hezaran kavilan nehatiye kirin
Li navenda erdhejê Mereşê hîna jî mudaxileyî bi hezaran kavilan nehatiye kirin. Bêhna cenzayên di bin kavilan de her ku diçe girantir dibe.
Li navenda erdhejê Mereşê hîna jî mudaxileyî bi hezaran kavilan nehatiye kirin. Bêhna cenzayên di bin kavilan de her ku diçe girantir dibe.
Li navenda erdhejê Mereşê hîna jî mudaxileyî bi hezaran kavilan nehatiye kirin. Tê diyarkirin ku di bin kavilan de mirov hene.
Li gelek kolanan xebatên kavilan didomin, lê hîna jî mudaxileyî kavilên di kuçeyên bajêr de nehatiye kirin.
Ji xeynî toza kavilan, her ku diçe bêhneke giran belavî derdor dibe. Tê diyarkirin ev bêhna cenazeyên di bin kavilan de ne.
120 HEZAR KESAN KOÇ KIRIN
Tê payîn ku 120 hezar kesan neçar mane ku ji navenda bajêr koç bikin.
Gel ji bo hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hejmarên cuda dibêjin. Şeniyên bajêr diyar kirin ku hejmarên fermî ne rast in û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derdora 15 hezar e. Hat zanîn ku hîna jî di bin kavilan de cenaze hene. Her wiha xebtakarekî AFAD’ê anî ziman ku ew texmîn dikin ku nêzî 200 kes hê di bin kavilan de ne