Li Mêrdînê 'qursa olî' li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê ferzkirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zêdeyî du hefte ne greva birçîbûnê heye. Hate ragihandin ku li ser girtiyên di grevê de ne qursa olî tê ferzkirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi mebesta protestokirina binpêkirinên li girtîgehê, di 21’ê sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’emîn de berdewam kir. Hat zanîn ku îro greva birçîbûnê girtiyên bi navên Osman Akbaş, Halîl Bergîn û Mehmet Çîftçî ku destek û piyekî wî nînin dewr girtine.

Girtiyan, ji ewil her 5 rojan carekî çalakî dewr dikir lê belê bi biryareke nû re êdî her 10 rojan carekî çalakiyê dewr dikin. Demekî kin piştî destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê, girtiyê bi navê Îlhamî Îşçî bêyî ku hincetek bê nîşandan sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Islahiyeyê û duh jî girtiyê bi navê Serhat Dogan bêyî ku hincetek bê nîşandan sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erziromê hate kirin.

Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê duh di saetên êvarê de bi girtiyan re hevdîtinek kir û hinek daxwazên wan qebûl kirin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine wergirtin; rêveberiya girtîgehê qebûl kir ku dê girtiyên nexweş bişînin nexweşxaneyê û êdî lêgerîna nava dev nakin. Piştî hevdîtinê jî di saetên êvarê de girtiyên nexweş Mehmet Şukru Aykal û 2 girtiyên din şandin nexweşxaneyê. Piştî dermankirinê, girtî dîsa li girtîgehê hatin vegerandin.

Ji girtiyan Mehmet Şîrîn Acar têkildarî daxwazên girtiyan, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê re nameyek şand. Acar, di nameya xwe de anî ziman ku hewceye piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re xurtir bibe. Bi domdarî Acar bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û ev agahî dan: “Tevî rejîmeke giran a înfazê jî girtiyên ku cezayê wan xelas bûye nayên berdan, dixwazin bi darê zorê me bibin qawîşên bêaliyan û poşmanîtiyê li me ferz dikin. Ji ber ku em beşdarî qursên olê nabin, puanên me diêxin. Zextê li me dikin ku tev li qursa olî bibin. Her wiha bi darê zorê dixwazin me bişînin cem psîkologan û weke em girtiyên edlî bin nêzî me dibin. Dema em neçin jî dîsa pûanên me tînin xwarê.”

Di berdewamê de Acar da zanîn ku gelek hevalên wan hene ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha domand: “Em, li dijî sepana dijmirovî ya lêgerîna nava dev derdikevin. Lewma jî nahêlin em biçin nexweşxaneyê. Tedawiya me ya diranan tê astengkirin. Mafê me yê saet û nîvan ê hevdîtinê heye lê ev dem bi 40 deqeyan hatiye bisînorkirin. Em nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinên baş bikin. Em nikarin sûdê ji qada hevpar bigirin. Bi hincetên vala vala derheqê me de lêpirsînên komî tên destpêkirin û cezakirinên komî dikin. Ne rojnameya Yenî Yaşamê û ne jî kovarek nayê dayîn. Li her qawîşê 4-5 kes neçar dimînin ku li erdê razên. Mafê me yê çalakiyên civakî tê astengkirin.”

DAXWAZÊN GIRTIYAN 

Di nameya Acar de daxwazên girtiyan wiha hatin rêzkirin:

“* Divê zexta poşmantiyê li me nekin.

* Hewceye girtiyên nexweş bikarin biçin nexweşxaneyê û derman bibin.

* Divê dawî li sepana lêgerîna nava dev bînin. 

* Divê tedawiya diranan bê kirin.

* Em dixwazin ku mafê me yê çalakiyên civakî neyê astengkirin. 

* Hewceye saetên hevdîtinê mîna berê saet û nîv bin. 

* Ji bo ku em bikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinên bitendurist bikin, divê derfet bên amadekirin.

* Divê destûrê bidin ku em bikarin bincilên paqij, şimik, xewlî û alavên kirtasiyeyê peyda bikin.

* Hewceye dev ji lêpirsîn û cezakirinên komî berdin.

* Divê destûrê bidin ku rojname û kovar bikevin girtîgehê.

* Divê pirsgirêka porbir bê çareserkirin, destûrê bidin ku em qenalên muxalîf temaşe bikin û ji bo kesên li erdê radizên jî qawîşên nû bên vekirin.”