Li Mêrdînê qeza: 6 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Mehsert a Mêrdînê, wesayitek wergeriya. Di qezayê de 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li navçeya Mehsertê wesayitek ku xebatkarên walîtî û zanîngehê tê de bûn, wergeriya şarampolê.

Li gorî agahiyên destpêkê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Rûken Adam, Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamûran Onen, Abdûllah Macît û Yûsûf Tûnç e. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyan Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.