Li Mêrdînê operasyonê qirkirina siyasî: Dehan kes hatin binçavkirin

Di operasyonê qirkirina siyasî de hevserokê navçeya Nisêbînê Sîdar Ayhan jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên  Mehsert , Artuklu û Nisêbînê yên Mêrdînê piştê îlankirina qedexeya derketina derve bi serdegirtina gelek malan de  dehan kes hatin binçavkirin.

Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne:

Li gundê Akarsuyê girêdayê Nisêbînê hevserokê(HDP) yê navçeya Nîseybînê Sîdar Ayhan û Kazim Demîr, Ahmet Ozturk, Hamît Aydin, Ahmet Tunç, Mukliye Demîr, Recep Akcan, li gundê îlkadimê jî Îsmet Aydin, Şukru Aydin, Aslan Tayboğa, Mahmut Akin, Sînan Akin, Yusuf Akin, Cesur Aydin, Selîm Tan,ji gundê Buyukkardeş jî Ahmet Yilmaz, Şeyhmus Yilmaz, Huseyîn Yilmaz, Ekrem Alturul, Mehmet Nurî Olgun, ji gundê Yavru jî Nedîm Ortaç û kesekî welatiyê Sûriyeyê hatin binçavkirin.

 Hat ragihandin ku di nava kesên li gundê Kuru hatine binçavkirin de zarokek jî hene.