Li Mêrdînê operasyon, li Hatayê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê operasyona Mêrdînê, çalakiya li Hatayê û êrîşa hewayî ya bi ser Avaşînê de daxuyanî da.

HPG’ê ragihand li Mêrdînê gerîlayek şehîd bûye, Ferdî Muslu ku beriya niha hatibû gotin şehîd bûye, ‘birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin’’.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye:

‘’Şeva 5’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker bi beşdarbûna kontra û cerdevanan li herêma Bagok a Mêrdinê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Roja 6’ê Îlonê leşkerên dagirker bi hêzên me re hatin beramberî hev, nekarin şer bikin û bi balafirên şer herêm bi giranî zêde bombebaran kirin. Di bombebaranê de hevalê me Şoreşger Mardîn şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şoreşger Mardîn
Nav û Paşnav: Mahmût Ağirman
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik – Nav: Latîfe – Sabrî
Cih û Demê Şehadetê: Mêrdîn / 6’ê Îlona 2018’an

LI HATAYÊ ÇALAKÎ

2’yê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker di navbeyna Hatay û Skenderûnê de li gelek qadan operasyonek bi tevlêbûna gelek yekîneyên kontra da destpêkirin. 4’ê Cotmehê gerîlayên me saet 12.00’an li nêzî girê Şahîn, li dijî yekîneyên operasyonê, ku gerîla ev yekîne kiribûn bin kontrala xwe, çalakî kirin. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin hatiye xistin û 1 leşker hatiye kuştin. Operasyona li qadê hê jî berdewam e.

GERÎLA ÇEKDAR AZAD KET DESTÊ DIJMIN

Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 4’ê Cotmeha 2018’an me bi raya giştî re par ve kiribû û gotibû, artêşa TC’ê ya dagirker 28’ê Îlonê li qada Pirdûda ya herêma Faraşînê ya Êlkê ya Şirnexê operasyon daye destpêkirin, di şer hevalê me Çekdar Azad (Ferdî Muslu) şehîd bûye. Di şer de hevalê me Çekdar şehîd nebûye, birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin.

LI HERÊMA AVAŞÎN BOMBEBARAN

6’ê Cotmehê di navbeyna saet 21.00’an û 21.30’î de balafirên şer tên artêşa TC’ê ya dagirker qada Adilbeg a herêma Avaşînê bi balafirên şer bombebaran kiriye. Her wiha dîsa balafirên şer ên artêşa dagirker 7’ê Cotmehê saet 05.30’an qada Werxele ya herêma Zapê bombe kiriye. Di operasyonê de gerîlayên me şehîd nebûne.’’