Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya bi dorpêça polîsan

Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê di roja 23'yan de ye. Polîs bi êrîşan û geflêxwarinê xwest ku çalakiyê asteng bike. 

Li Mêrdînê berxwedana li dijî darbeya qeyûm didome.  Dema ku ji bo Nobeta Demokrasiyê ya li Parka Karayoluyê bidomînin partiyî ji avahiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê derketin polîsan ew asteng kirin. Polîsan avahî û derdora wê dorpêç kirin û nehiştin ku HDP'yî biçin parkê.

Li ser vê di navbeyna polîsan û HDP'yiyan de nîqaş derket. Parlamenter ji partiyiyan qut bûn û çûne parkê.

POLÎSÊN TIRK: STRANAN NEBÊJIN AN NA EM Ê ÊRÎŞÊ BÎNINI SER WE

Park ji hêla TOMA û wesayitên zirxî ve û gelek polîsan ve hate dorpêçkirin. Dema ku parlamenter li parkê rûniştin gelê li parkê xwest ku destekê bide lê polîsan nehiştin ku li ser vê gel li ber mertalên polîsan çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Çalakgeran li çepkan û stran gotin, polîsan gef li çalakgeran xwar û gotin, heke stranan nebirin wê êrîşê bibin ser wan.

Lê gel stranên xwe domandin, polîsan bi zorê hewl da ku gel belav bike. Polîsan telefonên ku ew kêlî qeyd kirin ji gel stand û yek bi yek ew dîmen û fotograf jê birin.

NEHIŞTIN ÇAPEMENÎ DÎMENAN BIGIRE

Parlamenteran dema çalakiya rûniştinê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî, ji ber ku nehiştin nûçegihan û şêwirmendên parlamenteran werin qadê parlamenter Ebrû Gunay li ser hesabê medyaya civakî weşana zindî kir.

'QEYÛM NIKARE RÊ VE BIBE'

Beştaş got, ''Her çendî hevşaredarên me yên ku gelê Mêrdînê hilbijartine ji peywirê hatibin standin jî, qeyûm nikare Mêrdînê bi rê ve bibe.''