Li Mêrdînê gelek rêveberên DBP û HDP'yî hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî bê navber bi hemû leza xwe didome. Li Mêrdîn û navçeyên wê Hevşaredarê Şemrexê Ali Ozkan jî di nav de gelek DBP û HDP'yî hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî bê navber bi hemû leza xwe didome. Li Mêrdîn û navçeyên wê Hevşaredarê Şemrexê Ali Ozkan jî di nav de gelek DBP û HDP'yî hatin binçavkirin.
Li Mêrdîn û navçeyên wê, di serdegirtinên malan ên danê sibehê de gelek rêveberên DBP û HDP'yî hatin binçavkirin. Li navenda Mêrdînê rêveberê Şaxa MEYA-DER'ê ya bi BDH’ê hat girtin Şerif Çelik, rêveberê HDP a Mêrdînê Ali Can, xebatkarê li şaredariyê ji kar hat avêtin Mehmet Huseyin Yilmaz hatin binçavkirin û her wiha bi ser mala rêveberê HDP'a Mêrdînê Abdulkadir Çulgatay ê ne li malê bû jî hat girtin û di dema serdegirtinê de deriyê mala Çulgatay hat şikandin.
Li Dêrikê jî Hevseroka DBP'a Navçeyê Ayten Esmez, Hasîp Çelîk, Cano Addan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn û li Şemrexê jî Hevşaredar Ali Ozkan, Şeyhmus Tekîn, Devran Demîr û li Mahsertê jî Hevseroka DBP'a Navçeyê Şemsîhan Akman hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên li navenda Mêrdînê hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr û yên li navçeyan hatin binçavkirin jî birin muduriyetên polîsan ên navçeyan.