Li Mêrdînê endamên HDP û DBP’ê hatin destgîrkirin

Endama Meclîsa Partiyê (MP) a HDP’ê Nesrîn Çeçen û endamê MP a DBP’ê Koçer Sason li Mêrdinê hatin destgîr kirin. Polîsan dest danîn i ser cîhazên teknîkê yên nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin.

Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nesrîn Çeçen û endamê MP a DBP’ê Koçer Sason ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji Savûrê çûn Mêrdînê hatin destgîr kirin. Wesayîta Çeçen û Sason tê de bûn li nuqteya ketina Mêrdinê de hate rawestandin û piştî GBT'ê hatin destgîr kirin. Polîsan cîhazên teknîkê yên nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin ku di heman wesayîtê de bûn desteser kir.

Kanbal û Aydin nerazîbûn nîşanî deseterkirina cîhazên teknîkê da û kesê ku digot amîrê Şaxê TEM’ê ye gef li Kanbal û xwar.

Kesê ku xwe weke amîrê şaxê TEM’ê nîşan da bi gotina ‘Ahmet vî rûyê he jibîr neke, ez rûyê te jibîr nakim’ gef li nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal xwar.

Diyar bû Sason û Çeçen ên hatine destgîr kirin birin Şaxê TEM’ê yê Mêrdînê.