Li Mêrdînê berxwedan didome

Parlementera HDP'ê Pero Dundar li Mêrdînê di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku wê berxwedana wan a li hember qeyyûman bidome.

Nobetên Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine destpêkirin, di roja 48'an de didomin. Nobeta îro ya Mêrdînê, li navçeya Qoserê hat lidarxistin û parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek tevlî bûn. Nobeta ku li Qada Azadiyê hat girtin, Dayikên Aştiyê bi awayekî girseyî tevlî bûn.

Piştî çalakiya rûniştinê ku pêk hat, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û ev tişt gotin: "Ez 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê li mamosteyan pîroz dikim û perwerdekerên ku têkoşîna zimanê dayikê dane û hatine qetilkirin bi bîr tînim. Em daxwaz dikin ku bi hemû zimanên dayikên perwerde bê dayîn û hemû zimanan diparêzin. Pişaftina zarokên Kurd û tundiya li ser Kurdî didome. Hê jî ji ber ku stranên bi Kurdî dibêjin mirov tên destgîrkirin. Li stranên dawetan dinêrin ka legal in an îlegal in. Xweşa biçe jî n jî stran stran e. Hin stranên ku xweşa me jî naçin hene. Desthilat ji stranên me ditirse.”

Dundar di berdewamê de bal kişand ser fezlekeyên ku derbarê wan de hatine amadekirin û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Fezlekeyên me derbarê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê, şandina nameyên ji bo girtiyan, tevlîbûna şînan de ne. Ne 75 fezleke ew bi hezaran fezlekeyan jî amade bikin em ê dev ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê bernedin û ji reş re nebêjin spî. Her wiha heta ku pêkanîna qeyûman bidome em ê deng li dijî qeyûman derxin.

Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.