Li Meletiyê kana madenê hate protestokirin

Li gundê Dedeyazi ya navçeya Doganşehîr a Meletiyê madena hêsin ku gefeke li ser xweza û welatiyên herêmê, hate protestokirin.

Li kana madenê ku bi taybet dînamît tê teqandin gefek e li ser welatiyên herêmê û xwezayê.

Kana madenê ku ji sala 2002’an heta 2018’an bê destûr dihate xebitandin di navbera salên 2008-2012’an de rûxsata wê hate derxistin û hate bikaranîn.

Li ser bertekên gel kana madenê di navbera salên 2012-2017’an de hate girtin û ji sala 2017’an bi navê kargeha Mirserhed dîsan hate xebitandin.

Têkoşîna hiqûqî encam nagire. Ji sala 2002’an ve sê caran serî li dadgehê hate dayîn. Darazê serlêdan red kir. Kana madenê ku cesaretê ji edaleta Tirk digre her roj ber bi gund ve xebatên xwe berfirehtir dike.

Îro li herêmê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê ji Ekolojiyê Berpirsyar ê HDP’ê Mûrat Çepnî, Alîkara Seroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkirina, endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Satiye Ok, endamên rêveberiya ESP ya bajarê Meletî û nûnerê Tum Koy Sen a Meletî beşdarî çalakiya protestoyê bûn. Çalakgeran pankartên “Ji madena hov re na”, “ji madenê re na” û “li Dedeyazî ji komkujiya xweza, hilweşîn û talanê re na” hildan.